LI ERBAYÊ CHPYÎ YÊ TÊLEFONA XWE ŞIKESTIBÛ 10 HEZAR TL FATÛRE LÊ HAT BIRÎN
Ji bo Parlamenterê CHP'ê yê Muglayê Burak Erbay ê ku li Lîjneya Giştî ya Meclîsê ji bo 'Qanûna Sansûrê' protesto bike bi çakûçê telefona xwe ya destan şikand, fatûre jê re hat derxistin.
Ji bo Parlamenterê CHP'ê yê Muglayê Burak Erbay ê ku li Lîjneya Giştî ya Meclîsê ji bo 'Qanûna Sansûrê' protesto bike bi çakûçê telefona xwe ya destan şikand, fatûre jê re hat derxistin. Parlamenterê CHP'ê Burak Erbay, anî ziman ku ji alîyê parêzerê girêdayê Serokatîya Meclîsê ve nameyek ji wî re hatîye şandin û bi hinceta xisara madî daye Meclîsê, 10 hezar lîre jê hatîye xwestin. Erbay dîyar kir ku rapor hatîye girtin û destnîşan kir ku di heman demê de ji merengozekî wekê pispor imze hatîye girtin. Parlamenterê CHP'ê dîyar kir ku dema telefon bi çakûçê dişkîne mermer û sunger xistîye binê telefonê û dîyar kir ku ti zirar nedaye kursîyê. Burak Erbay destnîşan kir ku îzah û hinceta daxwaza 10 hezar lîreyê tuneye û xwe amade dike ku îtîrazê bike.