Li Hindistanê di qezaya trênê ya ku di 3yê Hezîranê de qewimî bû, hejmara mirîyan derket 290 kesan.
Li Hindistanê di qezaya trênê ya ku di 3yê Hezîranê de qewimî bû, hejmara mirîyan derket 290 kesan.
Li herêma Balasore ya eyaleta Orîsa ya Hindistanê, di qezaya trêneke barhilgir de ji kesên birîndar 2 kesên din jî jîyana xwe ji dest dan.
Di qezaya trênê ya ku zêdeyî 900 kes birîndar bûn de hejmara mirîyan derket 290î.
Di lêpirsîna ku ji teref rayederên rêhesinê ve hat destpêkirin de, li gor tespîtên ewil dibe ku "xeletîya sînyalê" bûbe sedema qezayê. Li gor medyaya neteweyî ya Hindistanê, qeza weke di 20 salên dawî de "qezaya trenê ya herî mezin" tê binavkirin.