Li Amedê alîgirên Fenerbahçe di şahîya serkeftinê de fîşekên hewayî teqandin û ji ber fîşekan agir bi erdê ket. Li kêleka stadyuma nû ya li navçeya Kayapinara Amedê, alîgiran ji ber ku di fînala Kûpaya Ziraatê ya Tirkîyeyê de Fenerbahçe bû şampîyon şahî lidarxistin û pîroz kirin.

Di heyama şahîyê de fîşekên hewayî hatin teqandin. Çirûskên agir ên ku ji fîşekên hewayî pekyan, agir bi gîyayê hişk yên derdorê ket. Şewata ku di demeke kurt de mezin bû, berîya ku şewat bighêje trafoya elektrîkê ya li herêmê, ekîbên agirtefê gîhaştin ser û agir kontrol kirin.
Derbarê avêtina fîşekên hewayî de hemwelatîyan bangewazîya hişyarîyê kirin ku dive di şahî û dawetan de fîşekên tên teqandin ger lê miqatenebin dibe ku bibe sebeba encamên nexweş.