Di kongreya ku ji alîyê Serokatiya Bajêra Amedê ya CHPê ve hat lidarxistin de dengdayîn bi dawî bû û encama kongreyê hat eşkerekirin.
Di kongreya ku ji alîyê Serokatiya Bajêra Amedê ya CHPê ve hat lidarxistin de dengdayîn bi dawî bû û encama kongreyê hat eşkerekirin.
Li Serokatîya Bajêra Amedê ya CHPê ku di van demên dawîn de li Amedê gelek behsa tayînkirina qeyûm, îxrackirin û amadekarîyên kongreyê dihat kirin, kongreya wan bi dawî bû û Serokê Bajêra Amedê ê CHPê yê nû hat dîyarkirin. Alîkarê Serokatîyê û Berpirsyarê Karûbarên Çapemenîyê yê CHP'ê ya Amedê Mahmut Oral piştê jimartina dengan daxuyanî da û destnîşan kir ku di hilbijartinê de Abdullah Atik bi ser ketîye. Di daxuyanîyê de wiha hate gotin; “Hevalên hêja, di Kongreya Awarte ya Bajêra Amedê ya CHPê de ku îro hat lidarxistin, lîsteya Abdullah Atik ji alîyê delegeyan ve hat qebûlkirin û wek serokê bajêr ê CHPê hat hilbijartin.”