Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî wê zêdetirê 2 hezar karmendên bi peyman werbigire.
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî wê zêdetirê 2 hezar karmendên bi peyman werbigire.
Li gor daxuyanîya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya derbarê îstîhdamkirina personelên bi peyman de ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, wê di nav wezaretê de di wezîfeyên cuda de 2 hezar û 431 kes bên wezîfedarkirin. Wê namzed li gor rêzbendîya koma B ya KPSSyê werin xebitandin. Serlêdanên ku ji Derîyê Karîyera Serokomarîyê bên kirin wê di 28ê Nîsanê de dest pê bikin û di 8ê Gulanê de bi dawî bibin.