Lijneya pispor a ku li Amedê derbarê avahîyên ji ber erdhêjê hilweşîyan hatibû avakirin, lêkolîna xwe bidawî kirin.
Lijneya pispor a ku li Amedê derbarê avahîyên ji ber erdhêjê hilweşîyan hatibû avakirin, lêkolîna xwe bidawî kirin.
Di erdhêjên Mereşê de li Amedê 1 jê vala 7 avahî hilweşîyan.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji alîyê dozgerîyê ve di derbarê 7 avahîyan de dihat birêvebirin raporên ku hatibûn amadekirin kêm dît.
Li ser vê yekê di 5ê Tîremehê de ji Zanîngeha Dokûz Eylulê daxwaza lijneya pispor hat kirin û lijneyeke ji 6 kesan pêk dihat ji bo xebatan hatin Amedê û jijneyê di 15 rojan de xebatên xwe bidawî kirin.
Nimûneyên ku hatine wergirtin ji bo laboratûwarê hatin şandin. Rapora ku tê amade kirin wê daxilê dosyaya lêpirsînê bê kirin.