Di operasyona hemwext a ku li Amedê û 5 parêzgehan din hat lidarxistin de 105 kes hatin binçavkirin.
Di operasyona hemwext a ku li Amedê û 5 parêzgehan din hat lidarxistin de 105 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Amedê de, danê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Li Amedê hinek rojnamevan jî di nav de, 66 kes hatin binçavkirin. Hat îdîakirin ku sedema binçavkirinê, pîrozbahîya Newrozê ye. Di derbarê mijarê de hê daxuyanîyeke fermî nehatîye dayîn. Kesên ku hatin binçavkirin li Midûrîyeta Polîsan a Amedê tên girtin.
(Çavkani: Ferat Mehmetoğlu)