Meclîsa Jinê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundîya Li Ser Jinê ya Cîhanê daxuyanîyeke nivîskî da.
Meclîsa Jinê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundîya Li Ser Jinê ya Cîhanê daxuyanîyeke nivîskî da. Di daxuyanîyê de hat gotin, “Îro jin li malê, li kolanan, di şer de, di jîyana karsazîyê de, bi kurtasî li her derê rastî tundîyê tên. Yek ji şêwazên tundîyê yên girîng ku jîyana jinan dîyar dike tundîya aborî ye. Tundîya aborî ji ber sedemên nedayîna mûçeyên wekhev ji bo xebata wekhev, dibe sedema feqîrbûnê. Ev rewş tundîya fizîkî û cureyên din gur dike û dibe sedem ku tundî zêde bibe. Weke Meclîsa Jinê em bang li raya giştî û hemû saziyên xwe dikin ku ji bo jîyaneke bê tundî dest bidin hev û bibin yek.