Di çalakiya ku ji aliyê xwendekaran ve ji bo avahiya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê neqlê devereke cûda bêkirin hatibû destpêkirin de hat ragihandin ku wê neqilkirina avahiyê ji nû ve bê nirxandin.

Xwepêşandana xwendekarên Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ku derbarê biryara neqilkirina avahiya fakulteya hiqûqê berdewam dikin. Xwendekarên ku danê nîvro li ber fakulteya hiqûqê hatin cem hev, xwestin heta ber avahiya Rektoriyê bimeşin. Lê belê meşa xwendekaran ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Li ser navê xwendekaran komekê bi rektoriyê re hatin hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinan hat ragihandin ku rektorîyê gotiye wê biryara neqilkirina avahiya fakulteya hiqûqê ji nû de li serê bifikirin û dûbre di ber çavan re derbas bikin.