Di çarçoveya Projeya Navenda Nûjenîya Gastroyê ya ku ji alîyê Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) ve bi piştgirîya Wezareta Pîşesazî û Teknolojîyê û Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê tê piştgirîkirin, Plana Çalakîyê ya Gastronomî û Berhemên Herêmî ya 4 salan hat amadekirin.

Rapora ku ji alîyê Kooperatîfa Cîhanê ve hatîye amadekirin, balê dikişîne ser parastin û geştîyarîya nirxên çandî yên bajêr ên di warê gastronomîyê de.
Alîkarê Serokê Lijneya Giştî ya DTSO Ercan Tayınlamak, der barê plansazîya çalakîyê de agahî da û wiha got, "Di plana çalakîyê de polîtîka û projeyên ji bo pêşxistina gastronomîyê di nava 2 sal û 4 salan de li bajêr bêne meşandin hene. Bi hevkarîya sazîyên herêmî, hinardekirina ji bo afirandina nirxa zêde û pêşxistina çêkirinê ya di warê çandî de wê encamên sereke yên plana çalakîyê bin.