Di qezaya trafîkê ya ku li navçeya Farqînê pêk hat de kesekî jîyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Di qezaya trafîkê ya ku li navçeya Farqînê pêk hat de kesekî jîyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Danê sibê li ser rêya Farqîn-Bedlîsê siwareya ku ji kontrola ajokar derket li barîyerên rexê rê qewimî û qelibî.
Li ser agahdar kirinê, tîmên ku hatin devera bûyerê kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê û cenazeyê ajokarê ku jîyana xwe ji dest dabû rakirin morga nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat dest pê kirin.