Di kolandina ku li Kela Zerzewanê hat kirin de 2 amûrên emelîyatê yên 1800 salî hatin dîtin.
Di kolandina ku li Kela Zerzewanê hat kirin de 2 amûrên emelîyatê yên 1800 salî hatin dîtin.
Li Kela Zerzewanê ya navçeya Çinarê ya Amedê ye û di serdema Împaratorîya Romayê da wek "niştecîhên leskerî" dihat bikaranîn, îsal di çarçoveya xebatên ku dewam dikin da 2 berhemên ku wek amûrên emelîyatê dihatin bikaranîn hatin derxistin. Serokê Kolanê Doç. Dr. Aytaç Coşkun got ku îsal di kolandina Kela Zerzevanê de rastê tesbîtên pir girîng hatin.
Coşkun dîyar kir ku amûra ku wan dîtîye ji tûncê hatîye çêkirin û wiha got: “Dema em li amûrên emelîyatê dinêrin bi giştî ji tûncê tên çêkirin. Em dibînin ku hem beşa qulkirinê û hem jî beşa birrîn pir tûj e. Xebata me wê berdewam bike. Bêguman wê cîhek, nexweşxaneyek ku ev emelîyat lê tên kirin, wê hebe."