Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû di axaftina xwe ya li civîna koma Meclîsê de dîyar kir ku dosyaya girtina partîyan a li dijî HDPê pêkanîneke nedemokratîk e.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû di axaftina xwe ya li civîna koma Meclîsê de dîyar kir ku dosyaya girtina partîyan a li dijî HDPê pêkanîneke nedemokratîk e.
Kiliçdaroglû got, "Ger bawerîya me bi demokrasîyê hebe, em ê bi azadîya ramanê jî bawer bin. Girtina partîyên sîyasî kevneşopîyeke serdema leşkerî ye. Partîyên sîyasî êdî li welatên demokrasîyê nayê girtin. Pêkanînên weke girtina partîyan û qutkirina alîkarîya Xezîneyê em qebûl nakin û rast nabînin."