Ji 15 gumanbarên ku li Amedê di operasyona behîsên derqanûnî de hatibûn binçavkirin 9 jê hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna behîsên derqanûnî yên ku ji alîyê ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Sîber a Midûrîyeta Polêsan a Amedê ve li mal, kargeh û cîhên kêfê yên ku di encama şopandina teknîkî û fizîkî ya 4 mehan de hatin tespîtkirin de hemwext operasyon hat lidarxistin.
Di operasyonê da 15 gumanbar hatin binçavkirin. Di lêgerînan de gelek telefonên destan, SIM kart û hard dîsk ji bo lêkolînê hatin desteserkirin.
Ji gumanbarên ku piştê karên li midûrîyeta polêsan sewqê dadgehê hatin kirin, 9 kes hatin girtin û yên din jî bi biryara kontrola edlî hatin berdan.