Erdogan ji ber hejmara zarokan careke din heqaret li kurdan kir.
Erdogan ji ber hejmara zarokan careke din heqaret li kurdan kir. Serokomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, di komcivîna partiya xwe de rozet da Parlamenterê Serbixwe Mehmet Alî Çelebî yê ku beşdarî AKPê bû. Çelebî dema ji dîwanê dadiket Erdogan şîret li Çelebî kir û got, "Divê hejmara zarokan bên zêdekirin, binêrin ên PKKê hinek 5 zarok hinek 10 û hinek jî 15 zarokên wan hene."
Gotina Erdogan a ku dibêje yê her PKKyî 5 zarok û 10 zarokên wan heye, Weke ku Erdogan di hişê xwe de Kurdan weke terorîst dibîne tê şîrovekirin
Der barê mijarê de gelek kesan diyar kirin ku ev axaftin weke rengvedana polîtîkaya Erdogan a Kurdan derketiye holê û nayê qebûlkirin.