Li Rihayê di encama li hev qelibîn mînîbus û siwareyekê de qeza pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin qeza duh bi şev li ser rêya Riha-Akçakaleyê pêk hat. Di qezayê de jin û zarok jî di nav de 8 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên navenda bajêr. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.