Li Amedê, dengbêj her roj li Mala Dengbêjan kom dibin û stran û kilaman ji mêvanên dîwana xwe re distirên.
Guhdarên xwecihî û biyanî, guhdarîya stran û kilamên evîndarî, lehengî û şeran dikin.
Ev çanda qedîm a Kurdî bi sedsalan e berdewam e.
Dengêj dibêjin; bi deng û awazên xwe birîna dilan dikewînin û da ku neyên jibîrkirin, bûyerên dîrokî bi stranan tînin ziman.