Li Amedê ji bo piştgirîya Filistînîyan û Operasyona Tofana Eqsayê ya HAMASê, meşek hat lidarxistin.
Pevçûnên navbera HAMAS û Îsraîlê ya ku di 7ê cotmehê de dest pê kiribû di roja 14an de dewam dike, Weqfa Evîndarên Pêxember a Amedê ji bo piştgirîyê bide Mislimanên Filistînî li navçeya Sûrê çalakîya meşê li dar xist.
Meşa ku piştê nimêja înê li ber Mizgefta Selahaddîn-î Eyûbî dest pê kir, li Qada Derê Çîya bi dawî bû.
Di meşa ku bi sedan kes beşdar bûn de dirûşmên piştgirî û tolhildanê hatin gotin.