Piştê ku li Amedê heqê rê ya navbajêr a mînîbus û otobusan zêde bû, li bihayê taksîyên bazirganî jî zem hat kirin.
Piştê ku li Amedê heqê rê ya navbajêr a mînîbus û otobusan zêde bû, li bihayê taksîyên bazirganî jî zem hat kirin.
Bi biryara Navenda Veguhastin û Kordînasyonê (UKOME) ya Şaredarîya Bajarê Amedê, heqê rêya navbajêr ji sedî 35 hat zêdekirin.
Tarîfa nû ji demjimêr 00:01ê şevê pê ve ket merîyetê. Bi tarîfa nû ji bo taksîyên ticarî heqê mesafeya herî kurt 60 lîre, heqê vekirina taksîmetreyê 15 lîre û ji bo her serê kîlometreyekê jî 13 lîre hat dîyarkirin.
Her wiha li gor zem û zêdekirina nû, bi mînîbusên navbajêr heqê rêya xwendekaran ji 6 lîre derket 8 lîre, ya tam jî ji 10 lîre derket 14 lîre.
Ji bo otobusên aîdî Şaredarîya Bajêrê û Otobusên Gel ên Taybet heqê rê ya xwendekaran ji 4 lîre û nîvan derket 6 lire, ya tam jî ji 7 lîre û nîvan derket 10 lire.