Serokê Amrîkayê Joe Biden dîyar kir ku êrîşa li dijî Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîst a li Gazeyê dibe ku ji alîyê Filistînê ve hatibe kirin.
Biden îro çû Îsraîlê da ku şerê Îsraîl û Filistînê binirxîne û piştgirîya xwe ji bo Îsraîlê dîyar bike.
Biden berîya hevdîtina dualî ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu re civîneke çapemenîyê li dar xist û got, "Sedemeke hêsan a ku ez îro li vir im heye; gelê Îsraîlê û hemû li cîhanê bizanin ku Amrîka li ku ye.
Biden piştgirîya Amrîkayê ya ji bo Îsraîlê dubare kir û got, "ji bo parastina we çi hevce em ê ji we re alîkarîyê bikin.
Her wiha divê em ji bîr nekin ku Hamas tevahî gelê Filistînê temsîl nake û tenê êşê tîne ser wan.
Serokê Amrîkayê Biden ji ber teqîna li nexweşxaneyê dilgiranîya xwe anî ziman û wiha berdewamkir, "Xuyaye ku êrîşa li nexweşxaneyê ji alîyê hêla din ve hatîye kirin, ne ji vê hêle (Îsraîl).