Li Yenîşehîrê keça ciwan a ku dema li malê rûniştibû, guleyek ku ji derve hatibû teqandin, li serê wê ket û giran birîndar bû.
Li Yenîşehîrê keça ciwan a ku dema li malê rûniştibû, guleyek ku ji derve hatibû teqandin, li serê wê ket û giran birîndar bû.
Di bûyera ku li navçeya Yenîşehîra Amedê pêk hat de, hat îdîakirin ku ji siwareyekê çepûrast gule li derdorê hat reşandin. Yek ji guleyan li serê keçeke 15 salî ya ku di wê heyamê de li malê rûniştibû ket.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û polês sewqê herêmê bûn. Keça ciwan a giran birîndar bû, piştê alîkarîya ewil li cîhê bûyerê ji bo dermankirinê şandin nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku jîyana keça ciwan di xeterîyê de ye.
Polês ji bo girtina şikbar an jî gumanbarên ku ji siwareyê derûdor çepûrast gulebaran kirin û revîyane, dest bi xebatê kirin.