Zaroka 5 salî Y.Y. ku li navçeya Silopîyayê maşîneya zirxî lê dabû, ji nexweşxaneyê derket.
Zaroka 5 salî Y.Y. ku li navçeya Silopîyayê maşîneya zirxî lê dabû, ji nexweşxaneyê derket.
Di 16’ê gulanê de li Taxa Dîcle ya navçeya Silopîya ya Şirnexê dema zaroka 5 salî Y.Y. li pêşîya mala xwe dilîst, wesayîteke zirxî lê dabû. Y.Y. rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Silopîyayê.
Li gel giranbûna rewşa zarok ew sewqê nexweşxaneyeke taybet a Xarpêtê kiribûn. Y.Y. ku hestîyê wê yê kemaxê şikestîye ji nexweşxaneyê derket.
Li gor agahîyên hatin bidestxistin zaroka ku hefteyeke li nexweşxaneyê dihat dermankirin bi pêşnîyara bijîşkan wê du hefteyan tevnegere û piştê encamên tetkîkan ên bijîşkan wê rewşa wê dîyar bibe.