Ji duh bi şev ve ji ciwanê bi navê Mesut Ozdemîr ê ku tê gotin astengdarê derûnî ye tu agahî nayê girtin.
Ji duh bi şev ve ji ciwanê bi navê Mesut Ozdemîr ê ku tê gotin astengdarê derûnî ye tu agahî nayê girtin.
Mesut Ozdemîr (39) ku li navçeya Farqînê dijî, duh li Taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ku bi dayîka xwe re hatibû li wir, windabû.
Pismamê Ozdemîr Suat Ozdemîr ji bo dîtina pismamê xwe banga alîkarîyê kir û got, "Pismamê min astengdarê derûnî ye. Ne vê derê nas dike û ne jî kesekî li vir wî nas dike.
Berê li Farqînê jî winda bûbû. Gelê Farqînê ji ber ku wî û me nas dikirin, her tim dianîn malê.” Suat Ozdemîr bang kir ku ger pismamê wî bê dîtin, bi rêya polêsan bi malbatê re têkilî bê kirin.