Midûrtîya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) derbarê pirsgirêka ava vexwarinê ya li gundên derdora Çinarê, lêkolînek kir.
Midûrtîya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) derbarê pirsgirêka ava vexwarinê ya li gundên derdora Çinarê, lêkolînek kir.
DÎSKÎyê li Taxa Pembevîran a bi ser navçeya Çinarê ve ye, bi kolandina bîreke 180 metreyî pirsgirêka avê çareser kir. Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî derbarê xebatan de wiha axivî, “Armanca me ew e ku em ava vexwarinê ya daîmî û bi kalîte peyda bikin. Ji ber vê sedemê xebatên kolandina bîrên ku em li taxên gundan dikin pir girîng in. Divê welatîyên avê îsraf nekin û bi wê avê baxçeyan av nedin.