JI WEZARETA DADÊ GIŞTÎNAMEYA MEHKÛM GIRTÎYÊN NEXWEŞ
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag piştê mirina Vural Avar ê ku di doza 28ê Sibatê de dihat darizandin, derbarê "Sivikkirin an Rakirina Cezayên Kesên Ji ber Nexweşîyên Berdewam, Birîndar û kal û pîrbûnîyê" de giştînameyek da.

Li gor nûçeya Haberturkê, Wezîr Bozdag daxwaz kir ku serîlêdanên kesên di vê rewşê de ji ber nexweşîya wan wek prosedura tehlîyekirinê bê qebûlkirin. Ji hemû sazîyên Midûrîyeta Giştî ya Karên Cezayê re giştînameyên ku ji 8 xalan pêk tê bi îmzeya Wezîr Bozdag hatîye şandin.