Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) nerazîbûn nîşanî operasyonên hilbijartinê yên li dijî rojnamevan, hiqûqnas, sîyasetmedar, hunermend û nûnerên rêxistinên sivîl ên kurd û ESP'ê da.

Di daxuyanîya bi serenavê "Operasyonên hilbijartinê û derbeya li ser sindoqan wê hikûmetê xilas neke" de operasyonên binçavkirinê weke "derbeya hilbijartinê" hat binavkirin.
HDP'ê got, "Me li hemberê darbeya qeyûman serî netewandîye, em ê li hemberê darbeya hilbijartinê ya îro jî serî netewînin."
HDPê îşaretê Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylû kir û wiha bertek nîşan da:“Dadwerî û dezgehên qanûnî yên ku girêdayê hikûmetê ne bi mudaxeleya hilbijartinan, sûcan dikin.” Di berdewama daxuyanîyê de wiha hat gotin,
BANG LI PARTÎYÊN MUXALEFETÊ HAT KIRIN: LI BER VÊ KÛMPASÊ RABIN
“Em bang li partîyên sîyasî, muxalefet û raya giştî ya demokratîk hemûyan dikin; Li ber vê kûmpasa hilbijartinê rabin.
Ev operasyon, operasyona, dizîya sindoqan û binpê kirina îradeya gel e. Lewma divê her kes li dijê vê zext û zilmê rabe.”