Li navçeya Hênê di encama qezaya trafîkê ya ku qewimî de, bi tevlê zarokan gelek kes birîndar bûn.
Li navçeya Hênê di encama qezaya trafîkê ya ku qewimî de, bi tevlê zarokan gelek kes birîndar bûn.
Li gor agahîyan malbata ku ji şînê vedigerîyan, li nêzê Taxa Gurbuz a navçeya Hênê ya Amedê ajokar kontrola dîreksîyonê winda kir û qelibî.
Di encamê de tevlê 2 zarokan yek jê giran 6 kes (K.Y., N.Y., Ç.Y, Ş.Y., Ö.Y. û M.Y) birîndar bûn.
Tîmên tenduristîyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hênê. Hat dîyarkirin birîndara ku rewşa wê giran bû, sewqê nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hatîye kirin.