Li Navçeya Bismilê ya Amedê, di tetbîqata aramîyê de 21 kes hatin binçavkirin
Li Navçeya Bismilê ya Amedê, di tetbîqata aramîyê de 21 kes hatin binçavkirin. Di operasyona ekîbên Midûrîyeta Polîsan a Navçeya Bismilê de, 11 kesên ku dihatin lêgerandin û bi tevahî 21 kes hatin binçavkirin. Di lêgerîna ku li mala gumanbaran hat kirin de, çek û madeyên tiryakê û motorsîkleteke dizî hatin bidestxistin. 21 kesên ku di operasyonê de hatin girtin, birin Midûrîyeta Ewlehîyê ya Navçeyê.