Li Pasûrê di siwareya ku qelibî de 2 kes birîndar bûn.
Li Pasûrê di siwareya ku qelibî de 2 kes birîndar bûn.
Qeza do bi şev demjimêr di 23.00an de li Taxa Taşkoprûya navçeya Qulpê ya Amedê pêk hat de maşîna ku Ahmet Soker diajot û ji navçeya Hezroyê diçû navçeya Pasûrê, ji kontrolê derket û li rexê rê qelibî.
Di qezayê de ajokarê siwareyê Ahmet Soker û kurê Fetûllah Mehmetoglû yê Şaredarê berê yê Hazroyê, Omer Farûk Mehmetoglû birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û cendirme sewqê cihê bûyerê bûn.
2 kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hat dîyarkirin ku rewşa tenduristîya kesên birîndar baş e û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.