Li Rihayê zarokê ku di pîrozbahîyên piştê hilbijartinên serokkomarîyê de birîndar bûbû jîyana xwe ji dest da.
Li Rihayê zarokê ku di pîrozbahîyên piştê hilbijartinên serokkomarîyê de birîndar bûbû jîyana xwe ji dest da.
Piştê hilbijartinên serokkomarîyê yên tûra duyemîn ku di 28ê Gulanê de hat lidarxistin, AKPyîyên ku li navçeya Eyyûbîyeya Rihayê dixwestin pîrozbahîyê lidarbixin, bi çekan gule reşandibûn. Di encama gulebarana AKPyîyan de Zarokê bi navê Emîrhan Gelgîr ê 14 salî birîndar bûbû. Emîrhan, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jîyana xwe ji dest da û cenazeyê wî li Goristana Bedî-û Zaman hat definkirin. Di lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hat destpêkirin de hat îdiakirin ku nehate tespîtkirin ku gule ji alîyê kê ve hatîye avêtin.