Li Sêwregê jina ku bi bombeyê gef li mala cîranê xwe xwaribû, di mala wê de bombe hat zevtkirin.
Li Sêwregê jina ku bi bombeyê gef li mala cîranê xwe xwaribû, di mala wê de bombe hat zevtkirin.
Li gor îdiayê di bûyera ku li Taxa Ayvanat a navçeya Sêwregê ya Rihayê pêk hat de jina bi navê R.Ş. çû cem cîrana xwe û bombeya desta ku bi xwe re girtibû nîşan da û gef li wê xwar.
Şênîyên malê ku rewş ji ekîbên polîsan re ragihandin, derbarê jinê de gilî kirin. Ekîbên polêsan di lêgerîna ku li navnîşana R.Ş. lê dima de 2 bombeyên destan zevtkirin.
R.Ş. ya ku piştê karê wê li midûrîyeta polîsan qedîya, sewqê dadgehê hat kirin, û hat girtin û şandin girtîgehê.