Li navçeya Akçakale ya Rihayê, 5 hezar ton ka ya ku ji bo bazirganîyê hatibû berhevkirin şewitî.
Li navçeya Akçakale ya Rihayê, 5 hezar ton ka ya ku ji bo bazirganîyê hatibû berhevkirin şewitî.
Li gor agahîyan bûyer li bejahîya Taxa Büyüktaş a navçeya Akçakaleya Rihayê pêk hat.
5 ton ka ya ku aîdê Fevzî Kaymaz bû, ji ber sedemeke nedîyar agir pê ket. Şewata ku di demeke kurt de mezin bû, li derdorê jî belav bû.
Tîmên agirtefê sewqê herêmê bûn û agir hat vemirandin. Di şewatê de 5 ton ka bi temamî şewitî.