Di ser komkujîya ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de di encama êrîşa bombeyî ya DAIŞ'ê ya li Qada Gara Trenê ya Enqereyê ya ji bo Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasîyê pêk hat de 8 sal derbas bû. Li ser navê Komeleya 10’ê Cotmehê daxuyanîya çapemenîyê di saet 10:04’an de hat xwendina û wiha hat gotin; "Me serî netewand. Me çok neda. Em bi 104 xuşk û birayên xwe re hatin cem hev. Silav ji wan re. Ev 8 sale em li pey edaletê ne. Em edaletê dixwazin. Daxwaza me ya edalet û aştîyê careke din tê dubarekirin. Di pêvajoya darizandinê de derket holê ku komkujîyek ku hemû sazîyên dewletê yên girêdayê ewlehîyê dizanin, gav bi gav nêzê me dibin. Me hewl da ku dadmendî bi rastî pêk were. Raporên îstîxbaratê hatin paşguhkirin. Em dizanin qîrîna aştîyê tê çi wateyê. Qêrîna malbata Şenyaşar û malbatên 10’ê Cotmehê heman e. Qêrîna malbatên Pirsûsî û Roboskî jî yek e. 104 xuşk û birayên me wek deyn jîyana xwe ji me re hiştin. Ev deyn deynek e ku wê bi têkoşîna me ya aştîyê bê dayîn.” Piştê daxuyaniyan beşdaran qerenfîl danîn abîdeya 10'ê Cotmehê.
RSS
Twitter
Facebook
Youtube
Google+
Instagram
KİME ÇALIŞAN GAZETECİLER?
Soyan kim?
Güç zehirlenmesi
Bu kışın ayazı çok olacak
DEDAŞ halktan ne istiyor? Bunun adı zulüm…
Diyarbakır’da kavşak karmaşası
Reyting uğruna kimse bunu yapmamalı…
Söylemeden olmaz, Afganistan’da ki gerçek
Bu nasıl bir kurumsallık
Umut ahlaki bir sorumluluk
Bu vahşet değil de nedir?
Aşı tercih değil, toplumsal sorumluluk