Şaxa Komeleya Xizmên Windayan û Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di çalakîya hefteya 763emîn a “Bila winda bên dîtin û sûcdar bên darizandin" de, aqûbeta Îbrahîm Gundem ê ku 32 sal berê li Amedê di binçavan de bi zorê hat windakirin pirsîn.
Cîgira Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Suzan Mehmetoglu Aksoy di çalakîyê de bi Kurdî axivî û got, “Xizmên windayan û Dayikên Şemîyê ji Parka Koşûyolû heta Êlih, Wan, Şirnex, Dêrsim û Qada Galatasarayê li gelek bajaran daxwazên xwe yên heqîqetê radighînin. Lê dewlet guh nade van daxwazan. Tevî biryara binpêkirina Dadgeha Destûra Bingehîn jî Qada Galatasarayê bi hefteyan ji dayikên Şemîyê re qedexe ye.
Endama Komîsyona Lêkolînê Parêzer Berfîn Elçî ku çîroka Îbrahîm Gundem xwend, dîyar kir ku Gundem ê li Qenderhel a Hezroyê ji dayik bûye, zewicî û bavê 9 zarokan bûye. di 25'ê Îlona 1991'an de di serdegirtina mala bavê wî de ji alîyê cendirmeyan ve hatîye binçavkirin. Piştê ji malbatê re hatîye gotin ku ew nehatîye binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehat hilanîn.
Çalakîya Xizmên Windayan a vê hefteyê bi çalakîya rûniştinê ya ji bo bîranîna kesên hatine windakirin û di bin çavan de hatin qetilkirin bi dawî bû.
RSS
Twitter
Facebook
Youtube
Google+
Instagram
KİME ÇALIŞAN GAZETECİLER?
Soyan kim?
Güç zehirlenmesi
Bu kışın ayazı çok olacak
DEDAŞ halktan ne istiyor? Bunun adı zulüm…
Diyarbakır’da kavşak karmaşası
Reyting uğruna kimse bunu yapmamalı…
Söylemeden olmaz, Afganistan’da ki gerçek
Bu nasıl bir kurumsallık
Umut ahlaki bir sorumluluk
Bu vahşet değil de nedir?
Aşı tercih değil, toplumsal sorumluluk