Piştê eşkerekirina enflasyona meha Berfanbarê rêjeya zema memûr û teqawîdên memûran wek 49,25 hat dîyarkirin.
Bi eşkerekirina reqemên enflasyonê yên meha berfanbarê re rêjeya zêdekirina ku wê di sala 2024an de memûr û kesên teqawîd werbigirin eşkere bû.
Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) reqemên dawî yên enflasyonê yên sala 2023an eşkere kir û bi vê rêjeya zêdekirina memûr û kesên teqawîdbûyî dîyar dibe.
Li gorê daneyên enflasyonê yên ku ji alîyê TUÎK ve hat eşkerekirin, teqawîdên SSK û BagKurê wê ji sedî 37,5, memûr û teqawîdên memûran ji sedî 49,25 zem bistînin.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi zêdekirina para refahê dikare van rêjeyan zêde bike.