Hat ragihandin ku veberhênanên tûrîzmê yên ku wê li şelala Yabanardi û Şeyhandede ya Çermûgê bên kirin, di demeke herî nêz de wê dest pê bikin.
Hat ragihandin ku veberhênanên tûrîzmê yên ku wê li şelala Yabanardi û Şeyhandede ya Çermûgê bên kirin, di demeke herî nêz de wê dest pê bikin.
Hat ragihandin ku Qeymeqamê Çermûgê Vahît Yilmaz bi Midûrê Herêma 15emîn a Parastina Xweza û Parkên Neteweyî ya Meletîyê Ahmet Çortûk û Midûrê Şaxa Parastina Xweza û Parkên Neteweyî ya Amedê Erdal Seven re derbarê tûrîzma Çermûgê de hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de veberhênanên tûrîzmê yên ku wê li şelala Yabanardi û Şeyhandede bên kirin hatin nirxandin û hat dîyarkirin ku piştê temambûna projeyan di demeke herî nêz de wê xebat bên destpêkirin.