HDP’ê bi daxwaza ku parastina wan a devkî ya li dijî doza girtinê bimîne piştê hilbijartinê, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.
HDP’ê bi daxwaza ku parastina wan a devkî ya li dijî doza girtinê bimîne piştê hilbijartinê, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.
Dadgehê, daxwaza HDP’ê qebûl nekir. HDP’ê di serlêdana xwe ya di 15’ê adarê de dîyar kiribû ku ji ber erdhêjan ne pêkan e ku parastina xwe ya devkî bike û xwestibû ku ji ber bandora wan a li ser hilbijartinê, darizandin bê taloqkirin. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Serhat Eren ê ji Komîsyona Hiqûqê Berpirsyar e, anî ziman ku wê biryara AYM’ê di Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) de binirxînin û bi lêv kir ku helwesta xwe ya têkildarê parastina bi devkî û dozê, wê pişt re aşkere bikin.