Alîkarê Serokkomar Yilmaz: "got, "Em ê teqawidîya SSK, Bag-Kur û memûran wekhev bikin."
Hat dîyarkirin ku wê bi rêziknameya derbarê teqawîdan de wekhevî çêbibe.
Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz pirsên derbarê teqawîdan de bersivand û got, "Em ê teqawidîya SSK, Bag-Kur û memûran wekhev bikin. Ji bo vê yekê pêwîstî bi rêziknameya qanûnî heye. Ji bo teqawidîya herî kêm a 7 hezar û 500 lîreyê em dixebitin da ku em dikarin çi bikin. Di rojên pêş de wê di Lîjneya Wezîran de bê nîqaşkirin Em ê piştgirîya kesên teqawîdbûyî bidomînin.”
Yilmaz pirsên derbarê sînorê ji sedî 25 ê zêdekirina kirê de bersivand û got, "Ti biryarek ji bo rakirina wê tine. Sala 2024'an sala kêmkirina enflasyonê ye, çareserî kêmkirina enflasyonê ye."