Xercên telefonên ji derveyî welat dianîn di demên berê de 6 hezar û 19 TL bûn. Lê xercên van telefonan derketin 20 hezar TL’an.
Xercên telefonên ji derveyî welat dianîn di demên berê de 6 hezar û 19 TL bûn. Lê xercên van telefonan derketin 20 hezar TL’an.
Bi biryarê re anîna telefonên erzan a ji derveyî welat û çêkirina qeydên wan ên IMEI’yê, êdî dê bi bihayekî zêde be. Biryarên serokomar yên der barê verastkirina bac û xercan da di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gor biryarê ji xeynî xercên ku ji bo belgeya şofêrîyê distînin rêjeya xercên maqtu yên tên sepandin ji sedî 50 hatin zêdekirin. Xerca maqtu ya ku rêwî ji bo biemilînin ji dervayî welêt têlefonan tînin û jê tê hildan jî bû 20 hezar lire.