Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron qanûna ku ev 3 meh in li welêt bûye sedema protesto, grev û bertekên sendîkayan, îmze kir.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron qanûna ku ev 3 meh in li welêt bûye sedema protesto, grev û bertekên sendîkayan, îmze kir.
Konseya Destûrê, roja înê xala sereke ya qanûna ku temenê teqawîdîyê ji 62 salî derdixe 64 salî erêkiribû û j wan 6 xal jî bi tevahî yan jî beşeke wê red kiribû. Di tevahîya şevê de li gelek bajaran çalakîyên protestoyî hatin lidarxistin û car caran veguherî tundîyê. Sendîkayan bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li dijî qanûnê banga çalakîyên girseyî kirin. Li gor anketan, ji sê kesên Fransî du kes li dijî dirêjkirina 2 salan temenê teqawidbûn ne.