Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ragihand ku tê plankirin ku civîna çaralî ya navbera Tirkîye-Rûsya-Sûrîye û Îranê sibe wê li Moskovayê bê kirin.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ragihand ku tê plankirin ku civîna çaralî ya navbera Tirkîye-Rûsya-Sûrîye û Îranê sibe wê li Moskovayê bê kirin.
Akar bi bîr xist ku di 28ê Kanûnê de li Moskowayê bi beşdarîya wezîrên berevanîyê û serokên îstixbaratê yên Tirkîye-Rûsya û Sûrîyeyê civîneke sêalî hat lidarxistin û wiha got; “Di lêkolînên paşerojê de, derbarê beşdarbûna Îranê di van civînan de, nêrîn hatin guhertin. Ev ji alîyê rayedarên pêwendîdar ve hat pejirandin. Di berdewamîya vê civînê de, vê carê jî weke çaralî, em amadekarîya civînekê dikin ku wezîrên berevanîyê û serokên îstixbaratê beşdar bibin. Tê plankirin ku ev civîn di 25ê Nîsanê de li Moskovayê bê lidarxistin.