Welatîyê bi navê Omer Arslan ê ku dema ji bo endamtîyê çû partiye, hîn bû ku endamê AKP'ê ye, serlêdana sûcê kir.
Welatîyê bi navê Omer Arslan, dema ku çû endamtîyê partîyekê, hîn bû ku endamê AKP'ê ye ji ber vê serlêdana sûcê kir. Omer Arslan ê ku li Kahramanmaraşê dijî, piştê ku ji mamostetîyê teqawît bû, xwest bibe endamê partîyeke siyasî, ya ku nêzî nêrîna wî bû. Arslan li navenda partîya siyasî ya ku ji bo bibe endam çûbû hînbû ku endamê AKP'ê ye. Arslan di derbarê kesên ku wî kirine endamê AKP'ê, serî li Serdozgerîya Komarê ya Afşînê da.