Dema ku li gelek taxên Amedê kûçikên bêxwedî kom bi kom li derdorê gerîyan û welatîyan bêzar kirin, bang hat kirin ku bêyî zirar bigihîje ajalan bila tedbîr bên girtin.
Dema ku li gelek taxên Amedê kûçikên bêxwedî kom bi kom li derdorê gerîyan û welatîyan bêzar kirin, bang hat kirin ku bêyî zirar bigihîje ajalan bila tedbîr bên girtin.
Hate dîyarkirin ku komek kûçikên bêxwedî yên ku di parka zarokan a li Memur-Sen TOKÎ ya navçeya Kayapinar a Amedê de digerîyan, êrîşê welatîyekî kirin.
Welatîyek din ê ku bi telefona xwe dîmenê vê rewşê qeyd kir, xwest ku AŞaredarîya Bajarê Mezin a Amedê tedbîran bigire.
Li alîyê din gelek welatîyên li Amedê dijîn bang li Şaredarîya Bajarê Mezin kirin û gotin ku ew dixwazin li navenda bajêr kontrola tenduristîyê ya ajalên bêxwedî bê kirin û bêyî ku ajalan zirarê bibîne bila tedbîr bên girtin.