Li Tirkîyeyê di meha Hezîranê de hejmara bêkaran wek 3 mîlyon û 337 hezar hat eşkerekirin.
Li Tirkîyeyê di meha Hezîranê de hejmara bêkaran wek 3 mîlyon û 337 hezar hat eşkerekirin.
Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza kar a meha Hezîranê parve kir. Li gor daneyên TUÎKê, rêjeya bêkarîyê di meha Hezîranê de ji sedî 0,1 pûan zêde bû û derket ji sedî 9,6an.
Li gor encamên Anketa Hêza Kar a Malan, hejmara bêkarên 15 salî û jê mezintir di Hezîrana 2023'an de li gor meha borî 2 hezar zêde bû û derket 3 mîlyon û 337 hezar kesan. Rêjeya bêkarîyê ji bo mêran ji sedî 7,8, ji bo jinan jî, ji sedî 13,2 hat dîyarkirin.