Ji 200 mexdûrên erdhêjê yên ku ji Semsûr, Hatay û Mereşê anîn Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê, zarok jî di nav de 149 kes dermankirina wan bi dawî bû.
Ji 200 mexdûrên erdhêjê yên ku ji Semsûr, Hatay û Mereşê anîn Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê, zarok jî di nav de 149 kes dermankirina wan bi dawî bû.
Serbijîjk Prof. Dr. Mehmet Akdag derbarê rewşa nexweşan de agahî da û dîyar kir ku heta niha 51 nexweş hem ji beşên klînîkî û hem jî yên lênihêrîna giran derketine.
Serbijîjk Akdag wiha axivî; “14 nexweşên me yên zarokan hene, 4 ji wan di beşa lênêrîna giran de û 10 jî li klînîkê de ye. Di mezinan de 16 nexweşên me di beşa lênêrîna giran de û 21 nexweş jî li klînîkê hene ku 4 ji wan entube ne.”
Serbijîjk Akdag, da zanîn ku wan 62 nexweş emelîyat kirine û got ku hin nexweş di heman demê de ji gelek cîhên laşe xwe emelîyat bûne jî hene. Serbijîjk Akdag dîyar kir ku 149 mexdûrên erdhêjê dermankirina wan bi dawî bûye û ji nexweşxanayê dertine.