Partîya Komunîst a Tirkîyeyê (TKP) ji bo mafê dengdayîna mexdûrên erdhejê daxuyanîyek da.
Partîya Komunîst a Tirkîyeyê (TKP) ji bo mafê dengdayîna mexdûrên erdhejê daxuyanîyek da.
Di daxuyanîyê de wiha hat gotin, "Li gor qeydên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) 2 milyon û 338 hezar kesan piştê erdhejê ji herêmê koç kirine û qeyda xwe ya hilbijêrîyê jî li bajarên ku lê dimîne dane çêkirin. Lê belê li gor hejmarên di çapemenîya neteweyî de hatine parvekirin, li bajarê ku lê koç kirine milyonek û 662 hezar hilbijêr nikarin qeyda xwe tomar bikin. Werin em şert û mercên ku hemû welatîyên me yên di vê rewşê de ne ku neçar man ji cihê ku lê dijîn koçî herêmeke din bikin lê nikarin qeyda xwe ya dengdêran bigihînin herêma erdhejê em bibin alîkar ku di 14’ê Gulanê de dengên xwe bidin.”