Deriyê Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê hate kilîtkirin.
Deriyê Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê hate kilîtkirin.
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoy li Girtîgeha Diyarbekirê ya ku ji bo bibe muze û sewqî Wezareta Çand û Turîzmê hatiye kirin, lêkolîn kirin.
Wezîr Bozdag piştî lêkolînê daxuyanî da û got, “Îro em deriyê Girtîgeha Amedê kilît dikin. Bi vî awayî serdemek ku di hişê gelde êş û janê dibîrtîne hat girtin. Hêvîdar im ji niha û pê ve, ji bo Tirkiyeyeke ku ji paşerojê ders bigire û ji pêşerojê re baştir amade be, ev der ji bo gelê me yê ezîz, bi taybetî ji gelê Amedê re bibe navenda zanist, çand û ders û dilovaniyê."
Wezîr Bozdag dûre deriyê girtîgehê kilît kir û mifteyê teslîmî Wezîr Ersoy kir.