Serokê Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Muharrem Baytemûr dîyar kir ku Wezareta Tenduristîyê li hemberê enfeksîyonên hilmê ya ku bûye sedema tijebûna çavderîyê û servîsa lezgîn ên di hefteyên dawî de tedbîr negirtîye û divê tedbîrên şexsî neyên berdan.

Baytemûr wiha axivî, “Eger dewlet me neparêze, divê em xwe biparêzin. Kesên ku bi gilîyên tîra bêhnê hene divê di cîhên qelebalix, qadên girtî û hatûçûna giştî rûpêş bidin ber dev û pozên xwe.
Pandemî bi rastî berdewam dike. Çavderî û servîsên lezgîn li seranserê Tirkîyeyê niha alarmê didin. Li Tirkîyeyê di salekê de zêdetirê 150 milyon serlêdanên lezgîn tên kirin.”