Li Îzmirê roja 2ê Hezîranê 6 endamên Meclîsa Ciwanan a Îzmirê ya HDPê bi biryara dadgehê hatin girtin.
Li Îzmirê roja 2ê Hezîranê 6 endamên Meclîsa Ciwanan a Îzmirê ya HDPê bi biryara dadgehê hatin girtin.
Roja 31ê Gulana 2023an endamên Meclîsa Ciwanan a Îzmirê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ugur Yildiz, Mustafa Yalçin, Emre Yalçin, Harun Yakaç, Abdurrahim Kaymaz û Ozkan Çakal ji aliyê hêzên emnî ve bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibûn desteserkirin. Piştê karên îfade wergirtinê li Rêveberiya Ewlekariya Çankayayê, roja 2ê Hezîranê ji bo Dadgeha Îzmirê hatin şandin. 6 ciwan bi biryara dadgehê hatin girtin û ji bo Girtîgeha Tîpa F a Bûca Kiriklarê hatin şandin.