SEROKATÎYA ÇANDA ELEWÎ-BEKTAŞÎ Û CEMEWÎ HAT AVAKIRIN
Serokatîya Çanda Elewî-Bektaşî û Cemewî bi biryarnameya ku di Rojnameya Fermî de bi îmzeya Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ve hat weşandin, hat avakirin.
Serokatîya Çanda Elewî-Bektaşî û Cemewî bi biryarnameya ku di Rojnameya Fermî de bi îmzeya Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ve hat weşandin, hat avakirin. Lîjneya Şêwirmendîyê ya ku ji serok û 11 kesan pêk tê, ji bo 3 salan ji alîyê Serokkomar ve tê hilbijartin. Wezîr jî 'dema hewce bike' wê karibe serokatîya Lîjneya Şêwirmendîyê bike. Bi biryarnameyê ji bo Serokatîya Çanda Elewî-Bektaşî û Cemewî, 53 kadroyên nû hatin avakirin.